Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuad Husên Behsa Êrîşên Tirkiyê Yên li Sûriyê, Revandina Tsurkov û Grûpên Heşda Şaabî Dike


Iraqi Foreign Minister Fuad Hussein, VOA
Iraqi Foreign Minister Fuad Hussein, VOA

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro Pêncşemê di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de bal kişand ser hejmarek pirsên li Îraq û herêmê yên weke êrîşên Tikriyê yên ser Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê, revandina lêkolînera Îsraîlî-Rûsî Elîzabêt Tsurkov ku niha li Îraqê girtîye û herwiha pirsên girêdayî Heşda Şaabî.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên got, Iraq hewl dide ku grûpên çekdar yên bihêz li wî welatî razî bike yên ku şerê hêzên Amerîkî kirine û rokêt û dron avêtine ser Îsraîlê ku çekên xwe deynin yan jî tevlî hêzên ewlekarî yên fermî bibin.

Fuad Husên derbarê êrîşên Tirkiyê yên ser Kurdan jî got ku êrîşa Tirkiyê bo ser hêzên Kurdî li bakurê Sûriyê metirsîdar e û dê bibe sedem ku bêhtir penaber birevin Iraqa cîran.

Wezîrê Derve yê Iraqê herwiha di hevpeyvînekê de ligel peyamnêrê Axios, Barak Ravid ragihand, lêkolînera Îsraîlî-Rûsî Elîzabêt Tsurkov ku di destê milîsên iraqî de dîl hatibû girtin, sax e û serokwezîrê Iraqê li ser azadkirina wê dixebite.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di meha Tîrmehê de di daxuyaniyekê de ragihandibû ku Elizabeth Tsurkov, lêkolera Rûsî-Îsraîlî ku li Iraqê winda bû, li Bexdayê ji aliyê Hizbullaha Îraqî ve hatiye revandin.

Elizabeth Tsurkov teza xwe ya doktorayê li ser komên çekdar yên şîe'a li zanîngeha Princeton dinivîse.

Li gorî agahiyan, Tsurkov bi pasaporta xwe ya Rûsî çûbû Iraqê da ku rasterast li hundirê welat li ser teza doktorayê bixebite.

Tsurkov, 38 salî, xwendekara doktorayê ye li zanîngeha Princeton, û lêkolîna wê li Iraqê li ser komên siyasî, di nav wan de fraksîyonên alîgirên Îranê û Tevgera Sadrî, hene. Ew bi gelek zimanan dizane, di nav de Îngilîzî, Îbranî, Rûsî û Erebî.

Di Mijdara 2023'an de, vîdyoyek li ser kenala Al Rabiaa TV hate weşandin ku Tsurkov nîşan dide, ku tê de îdia kir ku ew heft mehan girtî ye û ji bo CIA û Mossad li Iraq û Sûriyê kar kiriye.

Malbat û hevalên her zû ew îdia red kirin, û tekez kirin ku Tsurkov lêkolere û ew li ser mijarên akademîk xebatê dike.

Heta niha ti rêxisteke Îraqî revandina Tsurkov negirtîye ser xwe, lê Îsraîl bawer dike ku ew ji aliyê ketayîb Hizbuulah a Îraqî ve hatiye revandin.

Rêxistinên mafên mirovan yên weke Amnesty International û Human Rights Watch bang li hikûmeta Iraqê kirin ku rasteras Tsurkov serbest were berdan.

Rêvebirê ewlekarî yê grûpa milîsên ku Îran piştgirîya wê dike pêştir gotbû ku ti rolan wan di revandina Elizabeth Tsurkov de nîne.

Hizbullaha Îraqî yek ji baskên Heşda Şaabî ya Iraqê ye ku di warê aborî û leşkerî de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve tê piştgirîkirin.

Fuad Husên her wiha got, welatê wî amade ye di navbera rêveberiya nû ya Amerîkayê û Îranê de navbeynkariyê bike eger daxwaz jê were kirin.

Çavkanî/Reuters/Time Of Israel

XS
SM
MD
LG