Dorpêç û qedexeya derketina kolanan li bajarê Cizirê didome û rewşeke pir alzo li wê derê heye.
Parlamenterê HDPê yê Şirnêxê, Faysal Sariyildiz rewşa heyi radigihîne û agahîyên girîng dide.
Sariyildiz dibêje, bilî polîsên taybet, niha leşker jî bi tankan êrîşî Cizirê dikin û gule li ser gel dibarînin.
"Dîyar dibe ku hikûmeta AKP û Daîreya Taybet ya Şer (Ozel Harp Dairesi) li hev kirine ku şerekî wiha li dijî gel bimeşînin."