Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Wek Bersîva Hewila Êrîşa Ser Opozîyonê, Dest Datîne Hebûnên Îranî


Xwepêşandana "Îrana Azad" ya li Villepinte
Xwepêşandana "Îrana Azad" ya li Villepinte

Hikûmeta Fransî îro Sêşemê ragihand ku wek bersîvdana plana êrîşeke ser mîtînga opozîsyona Îranî li dervayê Parîsê, wê dest danîne ser hebûnên îstixbarata Îranî û 2 hemwelatîyên Îranî.

“Hewila êrîşa li Villepinte ku di 30'ê Hezîranê de hate pûç kirin pir girîng e. Nabe ku bûyereke wiha girîng ya li nav axa me, bê ceza bimîne,” daxuyanîya hevbeş ya wezaretên derve, navxweyî û aborî ragihand.

Karbidestekî payabilind yê Fransî ragihand ku ti gumana wan tuneye ku endamên dewleta Îranê li pişt wê nexşeya bombekirinê ne.

Heman karbidestî got ku îhtîmal e tunrêyên nav Îranê xwest ku bi wê êrîşê destê serokê Îranê Hesen Ruhanî lawaz bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku dîplomatekî Îranî yê li Avusturya û sê kesên din bi gumana plankirina êrîşa dijî civîneke Civata Berxwedana ya Netewî ya Îranê (NCRI) hatibûn desteser kirin.

Îran îdia kiribû ku ti alaqa wê bi wê planê tuneye û ew bûyer ji alîyê opozîsyonê ve hatiye plan kirin.

Fransa berê jî ragihandibû ku ewê balyozekî nû neşîne Tehranê ku çavdêr ew yek bi heman sedem plana êrîşa Villepinte ve girêdidin.

Hikûmeta Fransa ji dîplomatên xwe û ji wezareta derve xwestibû ku bo demeke nedîyar çûyîna Îranê radiwestînin.

Bûyera Villepinte bandoreke neyênî li ser têkilîyên navbera Fransa û Îranê kiriye, di vê demê de ku Fransa û hevalbendên Ewrupî hewil didan ku peymana navokî ya 2015'an zindî bihêlin.

XS
SM
MD
LG