Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyeke Fransî Wê Serdana Taywanê Bike


-
-

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku şandeyeke parlamanterên Fransî wê serdana Taywanê bike.

Wezareta Derve ya Taywanê da zanî ku şandeya Fransa dê ji siba Çarşemê heta Duşemê li welêt bimîne.

Li gor daxuyanîya wê wezaretê, şandeya Fransa dê li şûna Seroka Taywanê Tsa Ing-weng bi cigîrê wê Willam Lai re bicive.

Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi meha borî serdana Taywanê kiribû û Çînê ser wê serdanê bi awayekî tund nerazîbûna xwe nîşan dabû.

Çîn dide zanîn ku Taywan axa wê ye, di bin kontrola wê de ye lê Taywan dîyar dike ku ew welatekî serbixwe ye û di kiryarên xwe de serbest e.

Çaverê ye ku di demên pêş de karbidestên Almanî, Brîtanî û Kanadî jî serdana Taywanê bikin.

XS
SM
MD
LG