Fransa di Kupaya Cîhanî ya Futbolê ya 2018’an de, ku li Rûsya li dar ket, Xirvatistan bi skora 4-2 têk bir û kupa bi dest xist.
Bi vî awayî, Fransa di dîroka xwe de cara duyê qupaya cîhanî qezenc kir.
Fransa, berê di sala 1998’an de di maça fînalê de Brezîlya bi skora 3-0 têk biribû û kupaya cîhanî sitandibû.
Maça fînalê ya Fransa û Xirvatistanê Serokomarê Rûsya Vladimir Putin, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokomarê Hirvatistanê Kolinda Grabar tev temaşe kirin.
Piştî maçê li Parîs ya paytaxta Fransa pîrozbahîyên bi coş pêk hatin. Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahîyên li Champs Elysees ya navdar bûn.