Fransa îro Duşemê êrîşên esmanî yên rejîma Sûrî şermezar dike û bang li Koma Piştgirîya Sûrî ya Navnetewî (ISSG) ya 17 endaman kir ku jibo zindîkirina agirbesta Sûrî civîneke awarte pêk bîne.
Berdevkê wezareta derve Romain Nadal got, Parîs daxwaz ji ISSG dike ku "agirbestê zindî bikin û girseyên sîvîl ji êrîşan biparêzin... û bo çaresrîyeke sîyasî, derfet bidin danûstandinan."
Nadal bi berdewamî dîyar kir ku Fransa bi xurtî rejîma Şamê şermezar dike ku bi êrîşên xwe yên esmanî bûye sedema gelek kuştinan. Wî bang li Rûsya û Îranê kir ku bandora bandora xwe li ser Esad kar bînin ku çekên xwe bêdeng bike.
Wezîrê Derve ya Fransî Jean-Marc Ayrault jî li Malî got ku Fransa bi her awayî hewlan dide ku prosesa aştîyê di demeke zûtir de jinûve destpê bike û êrîşên ser Helebê bisekinin.
Hêjayî bîrxistuinê ye, Amerîka û Rûsya rêvebirîya ISSG dikin û rêkeftina “sekinandina neyartîyan” bi hewlên wan her du dewletan pêk hatibû.