Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa 55 Kesên ji Malbatên DAIŞ’ê Vegerandin Welêt


Wezareta Derve ya Fransa roja Pêncşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku 55 hemwelatîyên Fransî ji kampên bakurê rojhilata Sûrîyê hatine vegerandin ku 40 ji wan kesan zarok in.

Wezareta Fransî dîyar kir ku ewê zarokên temenbiçûk radestî dezgehên xwedîkirina zarokan bikin û ewê di bin çavdêrîya bijîşkî û civakî de bin. Wezaretê herwiha got ku ewê kesên temenmezin radestî alîyên dadmendî yên peywendîdar bikin.

Wezareta Derve ya Fransî jibo hevkarîya berpirsên bakur û rojhilata Sûrîyê di prosesa vegerandina hemwelatîyan de spasîya xwe nîşan da.

Hêjayî gotinê ye ku şandeke Wezareta Derve ya Fransa ya bi seroktîya balyoz Stephane Romane hefteya borî li Qamişlo bi Hevserokê Desteya Têkilîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser Bedran ÇîyaKurd re civîbû.

Endamê desteya têkilîyên derve ya Rêvebirîya Xweser Xalid Îbrahîm ji Dengê Amerîka re got ku daxwaza vegerandina malbatên nava DAIŞ’ê ji hêla dewletên bîyanî ve zêde dibe.

Jêderên Rêvebirîya Xweser radigiînin ku îro Pênçşemê Rûsya jî hejmareke ji jin û zarokên ji malbatên DAIŞ’ê ji kampên bin kontrola Rêvebirîya Xweser vegerîne welêt.

ZO_10_20_2020_55_Fransî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:02 0:00
XS
SM
MD
LG