Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çend Şewatên bi Mebest Zrareke Mezin Gihandin Hêlên Trênê Yên Fransayê


Geştiyar li êstgeha Gare du Nord train - Parîs Olîmpyadên Havînê yên 2024
Geştiyar li êstgeha Gare du Nord train - Parîs Olîmpyadên Havînê yên 2024

Karbidestên Fransî dibêjin, çendîn şewatên bi zanebûn ziyanek mezin gihandine hênên trên yên bilez, û geşta bi sed hezaran rêwiyan hatîye asteng kirin.

Li gorî rayedaran, şewat şeva Pêncşemê, çend seat beriya merasîma ahmega vekirinê ya lîstikên olîmpiyadê derketiye.

Şewatê zrar gihandîye hêlên trênê yên Fransa (SNCF) û hêla Eurostar ku di navbera gelek welatên Ewropayê de derbas dibe, hat ragihandin ku seferên di navbera Parîs û Londonê de ji ber şewatê hatine rawestandin.

Sazaiyên ewlekarî yên Fransî dibêjin ku ew hewl didin tawankaran bibînin.

Organîzatorên Olîmpiyadê ji CNN re gotin ku tevî êrîşan merasîm dê li gorî plansaziyê dom bike.

Baran barîna dijwar jî metirsiya astengkirina şahiyan dike, lê ti guhertin di plansaziyên merasîmê de nehatine kirin.

Meşa vekirinê dê weke xwe û li gor planê bimeşe, û keştiyên ku bi hezaran werzîşvan hilgirtine dê derbasî navenda Parîsê bibin. Tê payîn ku zêdetirî 320,000 temaşevan li ser rêyê beşdarî meşê bibin.

Lê kapasîteya beşdarbûna merasîma vekirinê ji ber sedemên ewlehiyê kêm bû.

Fransa tedbîrên ewlehiyê berî Olîmpiyadê tundtir kiriye û zêdetirî 45 hezar polîs û 2 hezar endam hêzên ewlehiyê yên taybet li kolanan hatine bicihkirin û balafirên bê mirov çavdêriya gelek deveran dikin.

Çavkanî: AFP/CNN

XS
SM
MD
LG