Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Balyoz û Leşkerên Xwe ji Nîjerê Vedikişîne


Serokê Fransa Emmanuel Macron got ku ewê balyozê xwe yê li Nîjerê û leşkerên Fransî yên li wî welatî vekişînin.

Macron dîyar kir ku ewê dawî li hevkarîya leşkerî ya bi wî welatî re bînin.

‘’Me biryar da ku em balyozê xwe yê li Nîjerê vekişînin. Ewê balyoz û dîplomatên din yên li Nîjerê vegerin Fransa.’’

Wî got ku leşkerên Fransî yên li Nîjerê wê di mehên pêş de ji wî welatî derkevin.

Rêvebirîya cunta ya li Nîjerê ser biryara Fransa razîbûna xwe ragihand.

Nîjer yek ji kolonîyên berê yên Fransa ye. Piştî derbeya li Nîjerê dijî Fransa protesto li dar ketibûn.

Macron dîyar kir ku ew serokomarê hilbijartî yê Nîjerê Mihemed Bazoum wek rêvebirê rêwa yê wî welatî dibînin û wan biryara ser vekişînê ji wî re jî gotiye.

Rêberên leşkerî 26’ê Tîrmehê dest danîbûn ser rêvebirîya Nîjerê û ji balyozê Fransa Sylvain Itte xwestibû ku heta 48 saetan ji welêt derkeve, lê Fransa ev ferman red kiribû.

Piştî vekişîna balyoz û dîplomatên Fransa, çaverê ye leşkerên Fransî jî heta dawîya salê ji Nîjerê derkevin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG