Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dibêje Wê ji Lubnanê 3,000 Hemwelatîyên Xwe Derxistine


Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot got ku ji destpêka şerê dawî ya Îsraîl û Hizbullahê ji Lubnanê bi qasî 3,000 hemwelatîyên hatine derxistin.

Barrot bi berdewamî dîyar kir komîteya peywendîyên derve ya parlamana Fransa ser derxistina mecbûrî ya ji Lubnanê hîn ti biryar nedaye.

Li Lubnanê bi qasî 24,000 hemwelatîyên Fransa diman.

Ji alîyê din ve Wezareta Saxlemî ya Lubnanê îro Sêşemê ragihand ku di êrîşên dawî yên Îsraîlê de 41 kes hatine kuştin.

Li gor ragihandina wezaretê, piranîya wan qurbanîyan ji dûrî navendên serekî yên Hizbullahê, ji gundekî Xirîstîyanan in.

Dîmen û jêderên herêmî raber dikin ku êrîşek li gundê Aito li dar ketiye.

Wê wezaretê dîyar kir ku 41 kes hatine kuştin û 124 kes jî birîndar bûne.

Îsraîlê 23’ê Îlonê dest bi êrîşa esmanî ya berfireh ya li Lubnanê kiribû ku ji wê çaxê heta niha li wî welatê 1,356 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG