Sê karbidestên ewlekarîyê yên payebilind yên rejîma Sûrîyê îro Sêşemê li dadgeheke Parîsê bêamadebûna wan tên darizandin, jiber hevkarîya di tawanên dijî mirovahîyê û tawanên şer de.
Dadgeha Tawanan ya Parîsê wan sê karbidestan jiber rola wan di windakirin û kuştina du zilamên Sûrî yên Fransî tawanbar dike; Mazzen Dabbagh û kurê wî Patrick.
Her du di Mijdara 2013’an de ji alîyê karbidestan ku tê îdia kirin êndamên îstixbarata hêza esmanî ya Sûrîyê ne, hatibûn girtin.
Di dema girtinê de, Patrick Dabbagh xwendekarek 20 salî bû û li beşa huner û zanistên mirovî ya li Zanîngeha Şamê xwendakar bû. Bavê wî Mazzen wek şêwirmendê perwerdehîyê yê payebilind li lîseya Fransî li Şamê dixebitî.
Sûrîyê di 2018’an malbata Dabbagh bi fermî hate agahdar kir ew di girtîgehê de mirine; Patrick di 21’ê Rêbenadana 2014’an de û bavê wî Mazzen jî nêzî çar sal şûnda, di 25 Mijdar 2017’an de.
Tê ragihandin ku Mazzen û Patrick tevlî xwepêşandanên dijî rejîma Esad nebûne û şahid piştrast dikin ku ew li girtîgeha leşkerî ya Mezzeh, bi êşkencekirina hovane hatine kuştin.
Elî Memlûk hîn jî di nav dezgeha ewlekarîya Sûrîyê de , wek şêwirmendê ewlehîyê yê Serok Beşar Esad kar dike.
Memlûk bi hevkarîya di windakirin û îşkencekirina Mazzen û Patrick Dabbag tê tawanbarkirin.
Her du kesên din - Cemîl Hesen û Ebdul Selam Mehmûd - li îstixbarata hêza esmanî ya Sûrîyê wek rêveber û rêvebirê berê erkdar bûn.
Ev cara yekê ye ku karbidestekî Sûrî yê niha li ser kar bi tawanên şer tê darizandin.
Mazen Derwîş, serokê Navenda Sûrî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, ku piştgirîya vê dozê dike, got ku ev biryara jîbo hemû Sûrîyan girîng e, jiber ku têkildarî "girtinên kêfî, êşkencekirin û kuştinên bêdarizandin e", wek kiryarên sîstematîk yên rejîmê ne".
Şerê navxweyî yê Sûrîyê di 2011’an de, di navbera rejîma Esad û komên çekdar yên opozîsyonê destpê kir, piştî ku hikûmetê xwepêşandanên aştiyane yên demokrasîxwaz tepeser kirin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ji destpêka şer ve zêdetirî nîv mîlyon kes hatin kuştin, bi mîlyonan koçber bûne; dema aborî û binesazîya Sûrîyê têk çûne.
Darizandinên ser binpêkirinên rejîma Sûrîyê li welatên din yên Ewrupa hatine kirin, bi taybet li Almanya.
Wezareta Ragihandinê ya Sûrîyê heya niha bersîva daxwezên şîrovekirinê vê dozê nedaye.
Lê, hikûmeta Sûrîyê û Esad tawanên kuştina komî û êşkencekirinê red dikin.
Jêder: Reuters, AFP