Karbidestên deryayî yên Fransî got ku 6 kesan jiyana xwe ji dest da, dema ku keştiyeke koçberên ku ber bi Brîtanyayê ve diçûn li Kanala Inglîzî sibeha Şemîyê binav bû, û lêgerîn berdewam e bo dîtina kesên ku hîn winda ne.
Berdevka rêveberiya peravê ya Fransî Premar got ku di navbera 5 û 10 rêwiyan de hîn winda ne, 55 jî hatine rizgarkirin.
Sê keştiyên Fransî, helîkopterek û balafirek ji bo lêgerîna li herêma Sangatte ya li bakurê Fransayê tevî du keştiyên Brîtanî hatine şandin.
Dozgerê herêmî got ku qurbanê yekem zilamekî di navbera 25 û 30 salî de ye ku bi eslê xwe Afganî ye, û bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyeke Calaisê lê piştre mir.
Pênc kesên din ên di rewşeke xerab de bi qeyikekê hatin birin bo Calaisê, lê dema ku gemiyê gihêştiye mirina wan hat ragihandin, berdevka Premarê got.
Li gorî dozgeriyê keştiyek demjimêr 02.00 li peravên bakurê Fransayê binav bû.
Nûçegihanê AFP li Calais dît ku hin ji wan kesên ku hatine rizgarkirin ji keştiyek dewriyeyê ya ku xizmetên hawarçûnê lê bûn, daketin.
Serokwezîra Fransa Elisabeth Borne li ser malpera medyaya civakî X, ku berê wekî Twitter dihat nasîn, nivîsî ku ew jib o qurbaniyan xemgîn e û wê pesnê hewildanên tîmên rizgarkirinê da.
Çavkanî: AFP