Wezîrê karên Ewrupî yê Fransa îro Çarşemê dîyar kir ku Fransa, Brîtanya û Almanya bi sedema erîşa leşkerî ya Tirkiyê bang li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bicive.
Di axaftina xwe ya di komîteya karên derve ên parlamentoyê wezîr Amelie de Montchalin dîyar kirkkir ku her sê welat di heman demê daxuyaniyek hevbeş amade dikin da ku erîşa Tirkiyê "bi tundî şermezar bikin. Her wûha wezir dazanîn ku bo dîyar kirina daxuyanîyek cuda ya Yekitiya Ewrupî jî hatîye li hev kirin.
Wezîrê karên derve yê Almanya yê ji Tirkîyê bi pêkanîna erîşê , bi rê vekirina bo nûveda zîndî kirina DAIŞê tawanbar kir.
Serokwezîrê Italyayê Giuseppe Conte roja Çarşemîyê got ku operasyonên Tirkîyê li Sûrîyê aramîya heremî dike bin xeterîye û zirarê dide sîvîlan.
Serekê Yekîtiya Ewropî Jean-Claude Juncker xwest ku Tirkiye operasyonên xwe ya leşkerî li dijî mîlîtanên Kurd li Bakurê Sûrîyê rawestîne, ji Enqerê re got ku ewe Yekitiya Ewrupî ji bo "herêma ewle" tiû diravekî need. dikare were damezrandin.
Wezîrê Karê Derve yê Almanya Heiko Maas bi gotinên tund êrîşên dewleta Tirkîyê ya dijî Bakurê surîyê şermezar kir.
Maas diyar kir ku bi van êrîşan wê li herêmê aramî xera bibe û DAÎŞ xurt bibe.
Maas bang li Tirkiyeyê kir ku bila êrîşê bide sekinandin û divê kêşe bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.