Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa 47 Kes ji Malbatên DAIŞê Vegerandin


Îro Sêşemê Desteya Têkilîyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ragihand ku Rêvebriya Xweser 47 kes ji malbatên DAIŞê radestî şandeke Fransî kirin, şanda Frensî roja duşemê gihîştibû Qamişlo ji bo vê mebestê.

Jêdereke fermî ji Desteya Têkilîyên Derve, ji Dengê Amerîka re tekez kir ku duh Duşemê şandeke fermî ya hikûmeta Fransayê bi serokatiya Stîvan Romatiyê, li gel karbidestên Rêveberiya Xweser li Qamişlo civiya.

Di dawiya civînê belgeyên fermî yên radestkirina 32 zarok û 15 jin ên malbatên DAIŞê hatin îmzekirin.

Şopîner Seed Delî dibêje ku hewlên Frensayê hene ku hemû jin û zarokên malbatên DAIŞê yên Frensî vegerînin û vê doseyê çareser bike.

Şanda Fransî spasiya Rêveberiya Xweser kir li ser vê pêvajoya hevbeş a radistkirina hemwelatiyên Fransî yên malbatên DAIŞê, ku di kampên bakur û rojhilatê Sûrîyê de dimînin.

Di payîza sala borî de Fransa komek ji 15 jin û 40 zarokan ji bakur û rojhilatê Sûriyê vegerandine, û berî wê jî 16 jin û 35 zarok bo Fransayê hatibûn vegerandin.

Di 21ê vê mehê de jî, Kenedayê 23 welatiyên xwe ji kampên malbatên DAIŞê li herêmên kurdên Sûriyê vegerandin.

Di sala 2022an de, 515 jin û zarokên malbatên DAIŞê ji bo welatên wan hatin vegerandin.

XS
SM
MD
LG