Wezîra Derve ya Fransa Catherine Colonna îro Pêncşemê serdana Odesa ya Ukrayna kir.
Colonna dîyar kir ku wê bi serdana xwestiye nîşan bide ku Fransa dijî Rûsya bi Ukrayna re ye.
Wê ji Twitterê tevî weneyekî xwe yî ji bajêr got ku Fransa niha jî wekî berê piştgirîyê dide serwerîya Ukrayna.
Tevî ku Rûsya îro Pêncşemê dron û muşkena êrîşan dibe ser Ukrayna jî Colonna derfet dît ku bi hemtayê xwe yî Ukraynî Dmytro Kuleba re bicive.
Washington û welatên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne.
Moskow, Washington û welatên Ewrupî bi gurkirina girjîyê tawanbar dike, lê dîyar dike ku ew nikarin rê li ber armancên hêzên Rûsî bigirin.
Jêder: AFP