Hejmara kuştîyên êrîşa îsraîlî ya roja Duşemê li nêzîkî Şama paytext zêde bûye, ku li gor jêderên xwecihî sê leker û efserekî payebilind yê Îranî têde hatin kuştin.
Êrîşa îsraîlî gerneralê Îranî Razî Moussawî, fermandarê hêza Quds, kiribû armanc.
Li gor Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov, du leşkerên biyanî û yekî Sûrî di wê êrîşê de hatin kuştin.
Çavdêrîyê herwiha got ku êrîş li taxa Seyde Zeyneb ya li derdora Şamê bû. Cihê êrîşê zeviyek bû ku li jêr desthilata hêzên ser bi Îranê ve.
Serokê Îranê Ebarhîm Reîsî do Duşemê sersaxîya xwe derbarê kuştina Moussawî ragihand û got ku wê Îsraîl buhayê vê tawanê bide.
Moussawî kesayetîyek nêzîkî fermandarê berê yê hêza Qudsê Qasim Sulêmanî bû, ku berî çaran salan ji alîyê Amerîkayê ve li Bexdayê hatibû kuştin.
Ji aliyê xwe ve, artêşa Israîlê ti hûrgilî ser vê êrîşê nedaye.
Ji destpêka şerê wê ligel ligel Hamasê ve, Îsraîlê çend caran bingehên Hizbullaha Libnanî û komên din yên bi ser Îranê ve li Sûrîyê kirine armanc.
Jêder: AFP