Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) bi helkefta 100 salîya îmzakirina Peymana Lozanê, li bajarê Hesekê forumeke navnetewî li dar xist.
Forum bi sernavê "Lozan: Rastkirin û Çareserkirina Aramî û Ewlehîya Herêmê" bi rê ve çû.
Kurdên Sûrîyê dixwazin balê bikşînin li ser êş û janên gelên deverê piştî ku peymanên Sykes-Picot û Lozanê welatên ew parçe kirin.
Endamê komîteya amadekar ya komxebatê Kurdyar Dirêyî dibêje ku armanca wan ji vê çalakîyê ew e ku balê bidin giringî û bandorên erênî ya çareserîya doza Kurd li Rojhilata Navîn.
"Weke bangeke jibo tevgera sîyasî ya Kurd li her çar perçêyên Kurdistanê ye ku bi erka xwe yê dîrokî rabin, weke kongreyeke netewî li dar bixin, stratejîya Kurdî bibe yek, jibo sedsala li pêşîya me dîsa Kurd bê maf nemînin, me ev xebat pêk anî," Dirêyî got.
Di komxebatê de nûnerên Rêvebirîya Xweser û partîyên sîyasî yên Kurdên Sûrîyê, fermandarên YPG, YPJ amade bûn, her hejmarek ji lêkolînerên bîyanî amade bûn.
Fermandarê giştî yê HSD Mazlum Ebdî bi mesajeke vîdyoyî bang li yekîtîya gotara sîyasî ya Kurdan kir ûji partîyên PYNK, ENKS xwest ku dîyaloga navxweyî carekedin aktfv bikin.
Gelek sîyasetvanên deverê bawer dikin ku rewşa aloz ya Rojhilata Navîn encama Peymana Lozanê ye.
Sîham Dawûd, Sekretera Giştî ya Partîya Sûrîya Paşerojê got ku îmzakarên Peymana Lozanê Kurd ji mafên wan yên bingehîn bêpar kirin.
"Pirsgirêka serekî ya Rojhilata Navîn, ku pêwîst e bi rengekî lezgîn çareser bibûya, pirsgirêka gelê Kurd e jiber ku di encama wê peymanê de Kurdistan hat parçe kirin, bû çar perçe, û her parçeyek bû girêdayî dewleteke netewî. Van dewletan ser dirêjîya sedsala borî sîyaseta qirkirina li ser Kurdan meşan."
Beşdarên forumê dibêjin ku salên dirêj in ku Kurd li dijî qirkirinê berxwedanê didin û dem hatiye ku ew peyman were rast kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Peymana Lozanê di 24'ê Tîrmeha 1923’an de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hatibû îmza kirin.
Peyman navbera hevalbendên serketî yên Şerê Cîhanê yê Yekê, bi pêşengîya Brîtanya û Fransa ji alîyekî ve û hikûmeta Meclîsa Neteweyî ya Tirkîyê ji alîyê din ve hatibû girêdan û mafê çarenivîsa Kurdan hatibû paşguh xistin.