Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Firokên Tirkîyê Êrîşên Esmanî yên li Kobanê û Minbicê Didomînin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Pêncşemê ragihand ku firokên şer yên Tirkîyê li Minbic û Kobanê êrîşên nû li dar xistine.

SOHR’ê dîyar kir ku bi êrîşên esmanê li wan herêman peqînên hêzdar hatine bihîstin, dûman rabûye, lê ti kuştin û birîndarbûn nehatiye ragihandin.

Li gor ragihandina SOHR’ê li hêla Bendava Tişrînê ya li Minbic ya li rojhilata Helebê 5 êrîşên esmanî hatine li dar xistin.

Êrîşên esmanî di wê demê de çêbûn ku gel li nêzî Bendava Tişrînê, Tirkîye jiber êrîşên protesto dikir.

SOHR, ku navenda wê li Londonê ye, bal kişand ku êrîşên Tirkîyê yên li herêmê domdar in û bi wan êrîşan xêncî şervanan, sîvîl jî têne kuştin.

SOHR’ê dîyar kir ku jêderên wê yên pêbawerkirî dibêjin ku firokên şer yên Tirkîyê li hêla Kobanê bi dengên li asta bilind difirin û dixwazin gel bitirsînin.

Piranîya bakurê Sûrîyê di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye ku pêşengîya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike.

Tirkîye YPG wek baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) yê Sûrîyê dibîne û li hember wê piştgirî dide çekdarên Artêşa Sûrî ya Neteweyî.

Washington ser HSD dibêje ku di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbendeke girîng e û dîyar dike ku ewê piştgirîya jibo wê bidomîne.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG