Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fînlandîya Sînorê Xwe yê bi Rûsya re jibo 2 Hefteyan Digire


Deriyê sînorî yê Nuijamaa di navbera Rûsya û Fînlandîya de, li Lappeenranta, 18 Mijdar, 2023.
Deriyê sînorî yê Nuijamaa di navbera Rûsya û Fînlandîya de, li Lappeenranta, 18 Mijdar, 2023.

Hikûmetê Fînlandîya îro Sêşemê ragihand ku bi armanca sekinandina pêla mezin ya penaxwazan wê tevahîya sînorê xwe ye bejayî bi Rûsya re, bo du hefteyên pêş bigire.

Fînlandîya hefteya borî bilî derîyê herî bakur ku li Arktîkê, 7 derîyên xwe yên sînorî bi Rûsya re girtibû. Lê, bi daxuyanîya îro ew derîyê dawîn jî wê werin girtin.

Li gor ragihandina Parastina Sînor ya Fînlandî, tênê di vê mehê de ji Kenya, Fas, Pakistan, Somalî, Sûrîye û Yemenê nêzî 900 penaxwaz ji Rûsya derbazî Fînlandîya bûne.

Parastina Sînor ya Fînlandîya dîyar kir ku bi biryara girtina tevahîya 8 derîyên sînorî, di navbera her du welatan de tenê trenên kargo wê bikaribin derbaz bibin.

Bîragiştî ya Fînlandî, hikûmet û hevbendên wê dibêjin ku zêdebûna penaxwazan, karekî rexistinkirî ya Moskowê ye.

Helsînkî dibêje Moskow bo tolhildana biryara hikûmetê ya zêdekirina hevkarîya berevanîyê ya bi Amerîka re, penaxwazan dişîne ser sînorê wê, lê Kremlin vê tavanbarîyê red dike.

Fînlandîya jiber şerê li Ukrayna îsal beşdarî NATO bûbû û ew jî Rûsya hêrs kiribû.

"Di destên me de agahîyên îstixbaratî hene ku karbidestên Rûsî alîkarîya penaxwazan dikin û tevî girtina derîyên sînor, li Rûsya hîn jî gelek kes ber bi Fînlandîya ve tên. Ev operasyona bandora Rûsya ye û em vê yekê qebûl nakin," Serokwezîrê Fînlandîya Petteri Orpo roja Duşemê Orpo got.

Fînlandîya ragihand ku do Duşemê tenê sê penaxwaz ji ser teka derîyê sînorî yê vekirî Raja-Jooseppi giheştin Fînlandîya ku li ber e sibe heta 13’ê Berfanbarê were girtin.

Hikûmeta Fînlandî îro dîyar kir ku têne kesên ku bi rêkên deryayî yan esmanî bigehêjin, wê hîn jî bikaribin daxwaza mafê penaberîyê bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG