Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fînlanda bi Merasîmekê Dibe Endama NATO 


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ragihand ku Fînlanda dê roja Sêşemê bibe endama 31’an ya NATO.

Helsînkî piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO da ku bibe endama hevpeymanîyê.

Tirkîyê derbarê serlêdana Fînlanda nerazîbûn nîşan dabû û îdia kiribû ku ew dewlet piştgirîyê dide terorîstan.

Swêdê jî bi Fînlanda re serî li NATO da ku bibe endama hevpeymanîyê, lê Tirkîyê bi nerazîbûnên heman rengî dijî endametîya Stockholmê radiweste.

Jibo NATO endamekî nû bistîne divê hemî endam wê bi yekdengî bipejirînin.

Stoltenberg li Brukselê dîyar kir ku ewê li navenda giştî ya NATO êdî ala Fînlanda jî hebe û got ku ewê bi Swêd jî pê bibe cîhekî ewletir.

Serokomarîya Fînlandîya ragihand ku serokomarê welêt Sauli Niinisto dê li Brukselê amade bibe û beşdarîyê di merasîma endametîyê de bike.

Jêder: Reuters/AFP

XS
SM
MD
LG