Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fînlandîya Dibêje NATO Wê Nêzî Sînorê Rûsya Fermandarîyeke Nû Ava Bike


Wezîrê Berevanî yê Fînlandîya Antti Hakkanen îro Înê ragihand ku NATO wê sala pêş li welêt li nêzî sînorê Rûsya fermandarekîye nû ya bejahîyê ava bike.

Hakkanen dîyar kir ku fermandarîya li Fînlandîya gava şerekî leşkerî çêbe wê operasyonên bejayî yên hevpeymanîyê yên li bakurê Ewrupa bimeşîne.

Fînlandîya piştî Rûsya sala 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir serî li NATO da ku bibe endam û sala borî beşdarî li hevpeymanîyê kir.

Hakkanen dîyar kir ku hemî endamên NATO meha Hezîranê plan bi rêka sîyasî pejirandiye.

Fermandarîya NATO wê li Mikkeli be ku bi maşîneyê du saetan dûrî sînorê Fînlandîya û Rûsya be.

Ew fermandarî wê tevî fermandarîya hêzên bejahî yên Fînlandîya karên xwe bimeşîne.

Hakkanen da zanîn ku di serî de wê budçeya fermandarîyê 8,5 mîlyon euro be û dîyar kir ku ewê çend berpirsên wê yên navneteweyî hebin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG