Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filîstînî Dibêjin di Êrîşên Dawî yên Îsraîlê de 47 Kes Hatine Kuştin


Ajansa nûçeyan ya Filîstînîyan, WAFA îro Înê ragihand ku di êrîşên dawî yên Îsraîlê de li Kerta Gaza piranîya wan jin û zarok 47 kes hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.

WAFA dîyar kir ku êrîş êrîş li Der El-Balah, li Kampa Nuseyrat û El-Zawayda çêbûne.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku leşkerên wê li navenda Gaza û li Cebelîya ya li bakurê Gaza ‘’bi dehan terorîstên çekdar’’ pûç kirine.

Şerê Gaza sala borî piştî êrîşên Hamasê yên li başûrê Îsraîlê destpê kir ku li gor Îsraîlîyan di wan êrîşan de 1200 kes hatin kuştin û 250 kes jî dîl hatin girtin.

Karbidestên Wezareta Saxlemî ya Gaza didin zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji nîvê wan jin û zarok pirtir ji 42,400 kes hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê dibêje ku di nav kuştîyan de bi hezaran çekdarên Hamasê hene.

Hamas ji alîyê Amerîka, Brîtanya û Yekîtîya Ewrupa wek rêxistina terorî tê dîtin.

Karbidestên saxlemîyê yên Gaza dibêjin di êrîşên dawî de nexweşxaneyekê jî zarar dîtiye û karên wê sekinîne.

Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku Hamasê Nexweşxaneya Kamal Edwan ya li Beyt Lahîya jibo karên leşkerî bi kar anîye û bi dehan çekdarên wê xwe li wir veşartine, lê karbidestên saxlemîyê vê îdiayê red dikin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza bang li hemî sazîyên navneteweyî kir nexweşxane û karmendên wê dijî êrîşên Îsraîlê biparêzin.

Rêxistina Doktorên Bê Sînor (RSF) do Pêncşemê dîyar kiribû ku yek ji doktorên wê yên li nexweşxaneyê roja Şemîyê ji alîyê hêzên Îsraîlî ve hatiye desteser kirin.

RSF dîyar kir ku divê berevanîya doktorê wê Mihemed Obeid û karmendên din yên saxlemîyê were kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG