Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Ukrayna Nûkirina Peymana Derya Reş Dixwazin


Keştîya Despina V, ku genimê Ukraynayî barkirî ye, li Derya Reş li li nêzî Stenbolê (Arşîv, 2022)
Keştîya Despina V, ku genimê Ukraynayî barkirî ye, li Derya Reş li li nêzî Stenbolê (Arşîv, 2022)

Wezîrên derve yên Tirkîye û Ukrayna îro Înê ragihand ku bilî peymana dexilûdan ya Derya Reş, rêkên din yên firotina dexilûdan ya Ukraynî kêmtir in.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan di preskonfranseke de, di serdana xwe ya bo Kîevê de ragihand ku nûkirina peymana dangenim jibo Enqerê karekî serekî ye.

"Jinûve vejandina vê peymanê jibo Tirkîyê girîng e. Hêvîdar im ku emê encameke serketî bi dest bixin," Fîdan got.

Peymana dexilûdan ya Derya Reş bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tirkîyê di Tîrmeha 2022’an de hatibû îmzakirin. Peymanê destûr dida Ukrayna ku tevî şerê berdewam dexilûdan ji benderên xwe yên deryayî bi rengekî ewle derxîne.

Enqere ji vê demê wir ve hewl dide Moskowê razî bike ku ew vegere peymanê.

Rûsya di 17’ê Tîrmehê de ji peymana genim vekişîya, ku got daxwazên wê yên sivikkirina toleyên ser derfirotina genim û gubreya wê nehatine cîbicîkirin û herwiha têra xwe genim negihiştîye welatên xizan.

Fîdan destnîşan kir ku û bo kêrhatina peymanakê divê Rûsya jî bikeve nav vê pêvajoyê.

Ukraynayê di destpêka vê mehê de "avakirina korîdoreke mirovî" li Derya Reş ragihand, da ku rêya keştîyên li benderên wê asê mane veke, ku ji destpêka dagirkerîya Rûsya di 24’ê Sibata 2022’an de Ukrayna kirîye vir ve.

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba jî di heman presskonferansê de ragihand ku Kîev li ser rêyên alternatîf dixebite lê peymana dexilûdan ya Derya Reş çareserîya herî baş e.

"Em li ser rêyên alternatîf dixebitin. Lê ger bi awayekî bêalî bêjim xebitandina rêya Derya Reş çareserîya herî baş e, ji hemû alîyan ve," Kuleba got.

Kuleba herwşha dîyar kir ku wê Kîev karibe bi rêya korîdorên bejayî veguhestina dexilûdan berfireh bike.

"Lê divê dorpêçkirina Derya Reş bi dawî bibe," Kuleba got.

Keştîya yekê ku ew korîdor bi kar anî, hefteya borî giheştibû Stenbolê.

XS
SM
MD
LG