Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê ji Serdana Fîdan Çi bi Dest Xist?


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan do Pencşemê pesna peywendîyên xûrt yên Hewlêr û Enqerê û herwiha soza çareserîya kêşeyên navbera her du alîyan da.

Hakan Fîdan piştî Bexdayê, li Hewlerê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civîya, di roja dawî ya serdana xwe ya sê rojan ya bo Îraqê de.

Fîdan dîyar kir ku wî li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gelek mijarên wek şerê dijî terorê, enerjî, aborî û bazirganîyê gotûbêj kiriye.

Wezîrê Tirk piştî hevditîna bi serok Nêçîrvan Barzanî re spasîya Enqerê pêşkeş kir, bi taybet bo piştvanîya ‘dijî terorê’ de.

Hevdîtinên Fîdan bi karbidestên payebilind yên Herêma Kurdistanê, di nava banga Enqerê ji Bexdayê de pêk hat, ku Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek rêxistineke terorîst bi nav bike.

Fîdan got ku PKK xwe li nava axa Îraqê “vedişire” û wan li Enqer ser vê mijarê bi revebirîyên Bexda û Hewlêrê hevbîr bûne.

“Emê vê vîrusê (PKK) paqij bikin. Bi piştvanîya Bexda û Hewlêrê em bi biryar in ku axa Îraqê ji rêxistina terorîst paqij bikin û loma em hemû piştvanîyê pêşkêş dikin,” Fîdan di preskonferansa hevpar ya bi Mesrûr Barzanî de got.

Serok Barzanî jî dîyar kir ku Herêma Kurdistanê amadeye di hemû waran de peywendiyên bi Enqerê de pêşde bibe û têkiliyên hevbeş di warê bazirganî, ewlehî û veberhênanê de hevkarîyên hevbeş pêk bînin.

“Herêm wê erkê xwe yê destûrî bi cih bîne û rê nede ti alîyekî ku axa wê bo êrîşên li ser welatên cîran bikar were,” Barzanî got.

Herêma Kurdistana Îraqê demeke dirêj e dibe armanca operasyonên esmanî û bejayî yên Tirkîyê, ku Enqere dibêje dijî PKK’ê dike, ku wê wek rexistineke terorê dihesibîne.

Di dema ku Fîdan îro li Hewlêrê bi rêberên Kurd re hevdîtin dikir, Tirkîyê êrîşeke dronî bir herema Sîdekan li Hewlêrê. Li gor sazîya Hêzên Dij-Terorê yên Herema Kurdistanê 3 endamên PKK’ê di wê êrîşê de hatine kuştin.

Ji alîyê din ve wezareta Berevanîya Tirkîyê ragihand ku îro leşkerekî Tirk bi êrîşa PKK’ê li bakurê Duhokê hatiye kuştin.

Gonul Tol, Pispora pispora Tirkîyê li Enstîtuya Rojhilata Navîn (MEI)
Gonul Tol, Pispora pispora Tirkîyê li Enstîtuya Rojhilata Navîn (MEI)

Gonul Tol, pispora Tirkîyê ji Enstîtuya Rojhilata Navîn (Middle East Institute) yan jî MEI dibêje ku bi serdana Fîdan dixwaza zexta ser Bexda û Hewlerê zêde bike ku ew daxwaza Enqerê ya destnîşan kirina PKK’ê wek rexistineke terorê bi cîh bînîn.



Tol destnîşan dike ku Enqerê jiber du sideman bawer dikeku helwesta wê niha li gor Bexdayê hêzdar e; daxwaza jinûve vekirina xetên petrol yên Bakû-Ceyhanê û Projeya Binesazîyê ya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sîstanî ku hevkarîya Tirkîyê hewce dike.

“ Ne hesan e ku Bexda PKK’ê wek rexistineke terorê bi nav bike; jiber ku Tirkîye bi domdarî êrîşên xwe yên li ser axa Îraqê didomîn e ku gelek caran sivîl jî têne kuştin. Lê, Bexda tenê bi daxûyanîyên şermezarkirinê dimîne, dema ku serwerîya wê ti nîqaş kirin , “ Tol ji Dengê Amerîka re got.

Pispora MEI herwiha anî ziman ku bo niha ne zelal e ku ka Îraq PKK’ê wek rexistineke terorê dîyar bike yan na, jiber ku rewşa Rojhilata Navîn bi tevahî di vê xalê de girîng in, bi taybet jî bandora Îranê û hebûna Rûsya li heremê.

Fîdan herwiha bi Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî civîya.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkîyê Alparslan Bayraktar jî beşdarî civîna Fidan û Serokwezîr Barzanî bû.

Li gor Ofîsa wî, Barzanî û Fîdan ser girîngiya vegerandina derfirotina petrola Herêma Kurdistanê ji ser xetên Ceyhanê ya Tirkiyê û rakirina hemû astengî û pirsgirêkên di vî warî de afîne.

Pispora MEI Tol da zanîn ku Tirkîye vê yekê hemberî Hewlerê bi kar tine ku daxwazên bide qebûl kirin.

“Enqere, daxwaza karbidestên Herema Kurd wê tenê bi yek şertê bi cîh bîne, divê ew dijî PKK’ê hevkarîyê bikin û wek rexistineke terorê nêz bibin,” Tol ji Dengê Amerîka re got.

Herema Kurdistana Îraqê rojane 400 hezar bermîlên petrol difrot, ku ji sedî 10’ê derfirotina giştî ya Îraqê û ji sedî 0.5’ ê berhemanîna cîhanî ye.

Lê, xetên Kurdan ji 25’ê Adarê ve hatine girtin, bi zarara nêzî 30 mîlyon dolar ya rojane ku ji sedî 80ê bûdceya wê girêdayî dahata derfirotina petrolê ye.

Joshua Krasna, Pisporê Enstîtuya Lêkolînên Siyaseta Derve (FPRI)
Joshua Krasna, Pisporê Enstîtuya Lêkolînên Siyaseta Derve (FPRI)

Dr.Joshua Krasna ku pipsorê payebilind yê Enstîtuya Lêkolînên Siyaseta Derve (Foreign Policy Research Institute’s) yan jî FRPI ye, armanca serdana Fîdan bo Dengê Amerîka nirxand.

Diplomatê berê yê Amerîkî Krasna got ku Enqerê bi şandina Fîdan dixwazê zextan ser Bexda û Hewlerê bike, ku bi karanîna mijara petrolê tevgerên serhildayên Kurd (PKK) li Bakurê Îraqê sînordar bike.

“ Serdan bi karanîna girtina xetên petrol avakirina zexta ser karbidestan armanc dike ku petrol tevgerên serhildayên Kurd li Bakur werin sînordar kirin,” Krasna ji Dengê Amerîka re got.

Dr. Krasna ku îro di nivîseke xwe de dibêje ku Xweserîya Herema Kurdistanê di rewşek e dijwar de ye, jiber ku derfirotina petrol Kurd ji hêla Bexda û Enqere ve dhevdem tê asteng kirin.

Pisporê FPRI herwiha got ku niha Îraqê dijî Tirkîyê dozek navneteweyî vekirîye ku Enqere dixwaze bi karanîna petrol wê betal bike.

“ Tirkîye dixwaze ku xwesteka Îraqê ya jinûve vekirina xeta Ceyhanê bikar bîne da ku hemî daxwazên siberojê betal bike, ku pêkan e di encama wê dozewerin biryar dayîn, ,” Krasna ji Dengê Amerîka re got.

Dastan Jasim,, Pispora Enstîtuya Almanî bo Lêkolînên Cîhanî û Herêmî (GIGA)
Dastan Jasim,, Pispora Enstîtuya Almanî bo Lêkolînên Cîhanî û Herêmî (GIGA)

Dastan Jasim, Pispora Enstîtuya Almanî jibo Lêkolînên Cîhanî û Herêmî yan jî GIGA got ku tekilîyên navbera Hewler, Bexda û Enqerê hevdem alozdar û tevlîhev in, bi taybet piştî biryara dadgeha hakemê ya Parîsê di Adarê ku derfirtina serbixwe ya Heremanma Kuridstanê bo Tirkîyê neqanûnî dît.



Jasim destnîşan kir Hikûmeta nû ya Erdogan dixwaze bi vê serdanê ji rewşa nakok ya navbera Bexda û Hewlerê berjewendîya xwe piştrast bike werbigirê.

“Xûya dike ku ev gava dawîn ya lîstika satrancê ya dirêj di navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha Enqerê de; Tirkîye ji vê nakokîyê sûd werdigire,Lê, ew niha hewl dide ku helwesta her du paytaxtan bide zelal kirin,“ Jasim ji Dengê Amerîka re got.

Pispora GIGA ragihand ku daxwaza Tirkîyê ya dîyarkirina PKK’ê ji Îraqê nîşaneke zelal e ku Enqere vê rewşa aloz bi kar tine, jiber ku şikandina hebûna PKK li Îraq û Sûrîye bo xwe ferz dibîne.

Lêkolîner Jasim bale dikşîne ser qûrbanîyên sivîl yên jiber êrîşên Tirkîyê ku di nav de jin û zarok jî hene û bêdengîya Bexda û Hewlerê rexne dike.

Jasim herwiha anî ziman ku peşwazîya germ ya Fîdan ji hêla karbidestên Herema Kurdistanê bo xelkê dîmeneke şermê ye, lê bo serdama nû ya Erdogan serketin e.

“Li gor min, bo xelkê li Herema Kurdistanê pêşwazîya pir germ ya Fîdan wêneyeke tew ne xweş bû, ku wekî nûnerê yekê yê Erdogan hîn bêtir xûrt û bêtawîz vegeriya,” Jasim ji Dengê Amerîka re got.

Li gor gelek ragihandinan, serdana Fîdan amadekarîya serdaneke pêkan ya Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî dikir, ku heta niha bi fermî nehatiye dîyar kirin.

Pispora MEI Tol bawer dike ku Erdogan demeke nêz de wê vê serdanê pêk bîne.

Fîdan roja Sêşemê (22 Tebax) gihîşt Bexdayê û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî, Wezîrê Derve Fuad Husên, Serokomar Ebdulletîf Reşîd û berpirsên din re hevdîtin kir.

XS
SM
MD
LG