Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Îsraîl Zorê li Îranê Dike ku 'Gavên Rewa' Bavêje


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan (R) û Hevtayê wî yê Îranê Abbas Araghchi
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan (R) û Hevtayê wî yê Îranê Abbas Araghchi

Roja Şemîyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê di dema konferansa çapemeniyê ya hevbeş de li Stenbol bi hevtayê xwe yê Îranî re got ku êrişên Israîlî li Lubnan û Gaza dihêlin ku Îran "gavên rewa" bavêje.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan li gel Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî got, "Helwesta êrîşkar ya Îsraîlê, Îranê neçar dike ku gavên rewa bavêje."

Fîdan dîsa got, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu "bi berdewamî eniyên nû li herêmê vedike" û "hewl dide Îranê bikişîne nava vî şerî".

"Metirsiya belavbûna şer li tevahiya herêmê divê biçûk neyê dîtin," Fîdan got.

Araqçî, ku beşdarî civîna roja Înê ya welatên Qafkasya Başûr li Stenbolê bû, got ku bêaramîya zêde li Libnanê "nîgeraniyek mezin e".

Wî got: "Îhtîmala şer li navçê hertim ciddî ye û ji bilî Rejîma Zayonîst kesek din naxwaze ev yek pêk were. Em dixwazin rageşiyê kêm bikin lê... em ji bo her senaryoyekê amade ne," Araqçî got.

Îran piştgirîya komên Îslamî yên Hamasê li Gaza û Hizbullahê li Lubnanê dike, ku serkirdeyên wan yên payebilind ji alîyê Îsraîlê ve di berfirebûna krîza Rojhilata Navîn de hatine kuştin.

Îran piştevaniya serhildayên Hûsî li Yemenê, milîsên Şîa li Iraqê û hêzên çekdar yên li Sûriyê jî dike. Tehran bi hev re van wekalet û milîsên li dijî Îsraîl wek "Mîhwera berxwedanê" bi nav dike.

Di 1ê Cotmehê de, Îranê ji bo tolhildana kuştina serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah di 27ê Îlonê de li Beyrûtê û kuştina lîderê siyasî yê Hamasê Îsmaîl Heniye li Tehranê di 31ê Tîrmehê de, Îsraîl bi 200 mûşekan armanc girt.

Îsraîl, soza bersivdayîna wê êrîşa mezin ya Îranê dide û roja Çarşemê rêberê Hamasê Yahya Sinwar ku weke endaziyar û plansazê êrîşên 7ê Cotmeha 2023an bû ku bû sedema pevçûna heyî, kuşt.

Pasdarên Îranê hişyarî didin ku eger Îsraîl êrişî Îranê bike ewê Îsraîlê "gelek biêşînin."

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG