Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keça Êzidî Fewzîya Seydo: DAIŞ'ê Bo Xwarinê Goştê Zarokên Sava Dida Me


Fewzîya Seydo li Balyozxana Îraqê li Amman
Fewzîya Seydo li Balyozxana Îraqê li Amman

Fewzîya Emîn Seydo, keça Êzidî ya ku di temenê 11 saliya xwe de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatî revandin û weke koleya seksî hatî karanîn, 10 salan di dojehê de dijiya, wê ji rojnameya Birînatî "The Sun" re wê eşkere kir ku beriya jibo Gaza were şandin û ji aliyê Hamasê ve bê girtin, DAIŞê bo xwarinê goştê zarokên sava daye wan.

Fawziya dibêje, ew û dîlên din yên di dest DAIŞê de jiber ku pir birçî bûn, DAIŞê goşt daye wan, lê wan hest kirîye ku "tiştek şaş heye" paşî derketîye ku goştê dabû wan yê zarokên sava bû.

Wê got ku dema ew ji ber xwarina goşt nexweş bûne, DAIŞê eşkere kir ku wan goştê pitikên serjêkirî daye wan.

Wê ji rojnameyê re got, ku DAIŞê wêneyên pitikên serjêkirî nîşanî wan dane û gotîye goştê we xwarî yê van zarokan e.

Fewzîya behsa rêwîtiya çûna Gazayê dike û ji Sun re dibêje "Min 21 caran xwest xwe bikujim, min her tişt ji Hamasê dît.

Fewzîya çîroka xwe ya xemgîn ji rojnameya Sun re eşkere kir.

Fewzîya berê ji Dengê Amerîka re gotibû ku "îstîxbarata Filistînî" ew di sala 2020an de bi nasnameyeke sexte ji Tirkîyê veguhestine Gaza û dema ku ew li Gaza bû, şervanên Hamasê nehiştin ku ew çîroka revandin û kolekirina xwe bibêje.

Di dîdareke taybet de Fewziya Emîn Sîdo hurgiuliyên çîroka xwe ya xemgîn ji Dengê Amerîka Kurdî re vegot bû.

Rîzgarbûya Êzdî Ya Gazayê Qala Çîroka Xwe Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:39 0:00

Jêder: VOA/The Sun

XS
SM
MD
LG