Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yalda Abbasî:Ez Bi Tembûra Xwe Alikariya Jinên Kurd Dikim


Festîvala Navenda Çanda Mezopotamiya li Stenbu
Festîvala Navenda Çanda Mezopotamiya li Stenbu

Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd a ku îsal cara duyemîn ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamyayê ve tê lidarxistin, mazûvaniya hunermendên kurd ji hemû aliyan dike.

Festîval ji 7'ê Gulanê ve bi deng, reng û hemû coşa xwe didome û li bajareke weke Stenbolê çanda Kurdî dide nasîn.

Festîvala Navenda Çanda Mezopotamiya li Stenbul
Festîvala Navenda Çanda Mezopotamiya li Stenbul

Festival bi bernameyên rojane û bi beşdarbûna hunermendan didome,Yek ji wan hunermendan ku tevlî festîvalê bû Yelda Abbasî ye ji herêma Xorasanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Abbasî ku bi taybet di salên dawî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi kilamên xwe yên weke "Lê Yarê" û "Ezîz Can" hate nasîn, di heman demê de mînakeke xurt a berhemdariya jinê ya qada hunerê ye. Ji ber vê ye ku ew bi xwe jî diyar dike ku jin rih dide hunerê.
Yalda Abbasî jineke Kurd e ku xwedî li nirxê xwe yê kevneşopî derketiye û di hunera xwe de honandiye

Festîvala Navenda Çanda Mezopotamiya li Stenbu
Festîvala Navenda Çanda Mezopotamiya li Stenbu

Yalda Abbasî qala têkiliya xwe û mûzîkê dike. Abbasî ya ku, behsa çîroka xwe ya mûzîkê kir, da zanîn ku di 5 saliya wê de dayika wê hal ji denge wê çêbûye û piştgiriya dayika xwe dest bi muzîkê kiriye

Abbasî di axaftina xwe de got jinên Kurd bi çeken xwe berxwe didin ew jî bi tembûra xwe alikariya wan dike.

Festîvala Navenda Çanda Mezopotamiya li Stenbu
Festîvala Navenda Çanda Mezopotamiya li Stenbu

Abbasî destnîşan kir ku ji ber civaka Fars civakeke girtî ye nekariye li derve perwerdehiya mûzîkê bigire û anî ziman ku di 11 saliya xwe de diya wê ji bo wê mamosteyeke mûzîkê peyda kiriye û hemû perwerdehiya xwe ya mûzîkê jî di mal de dîtiye.

Abbasî anî ziman ku dema nû dest bi mûzîkê kiriye li derdora wê kesên ku bertek nîşan dane jî hebûne û got di nav demê de ev kes jî rêz jî karên wê yên hunerî re nîşan dane. Abbasî, peywendiya jinê ya bi hunerê re, bi taybet jî bi mûzîkê re bi gotinên "Jin rihê didin hunerê" anî ziman û wiha axivî: ". Dema kar jî kilaman dibêjin, pê re dijîn. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku yên rih didin hunerê jin in."

XS
SM
MD
LG