Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FDA Dibêje Kesên ji 30 Salî Biçûktir Dema Cixare Bikirin Divê Fotonasname Nîşan Dibin


Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Amerîkî (FDA) îro Pêncşemê mecbûr kir ku firoşkar ji her kesekî ji 30 salî biçûktir ku berhemên titûnê dikirin, nasnameyên wan ya bi wêne bipirsin.

FDA jiber zêdebûna fikarên li ser pirsgirêkên saxlamîyê ew biryar da ku berê ew temen 27 bû.

FDA herwiha dibêje ku firoşker li cîhên ku kesên ji 21 salî biçûktir dikarin têkevin, nikarin bi rêya makîneyên firotinê berhemên titûnê bifroşin ku berê ew lîmît 18 salî bû.

Li Amerîka di salên dawî de hewilên sînordarkirina karanîna berhemên titûnê xurttir bûne ku rê li ber mirinên ji cixare û berhemên din yên titûnê were girtin û karanîna cixare ji alîyê kesên biçûktir were nemîne.

Dîrektorê Navenda Berhemên Titûnê ya FDA Brian King got ku lêkolînên bi deha salan nîşan daye ku dûr girtina berhemên titûnê ji zarokan gelek girîng e ku ew kes nebin karînerên wan berheman.

XS
SM
MD
LG