Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Amerîkî (FDA) karanîna madeya Sor 3 (Red 3) jibo berhemên xwarinê qedexe kir.
FDA nêzî 35 salên berê karanîna Sor 3 jibo berhemên kozmetîk qedexe kiribû.
Sala 2022’yan pirtir ji 20 parêzvanên ewlekarîya xwarina jibo betalkirina destûra jibo Sor 3 serlêdan kiribûn ku ew pirtir jibo kekan û kokteylan tê karanîn.
FDA dîyar kir ku di hin xebatan de hatiye dîtin ku ev rengê xwarinan di mişkên laboratuvaran de rê li ber kanserê vedike û wê jî li gor qanûnê biryar daye.
Karbidestan qanûna wek Rêzika Delaney bi bîr xist ku li gor wê madeyên li ser însanan û ajalan rê li ber kanserê vedikin têne qedexe kirin.
Ew made ya ku bi navê Erîtrosîn yan jî Sor 3 tê zanîn j lîsta madeyên pejirandî ya dermanan, teqwîyeyan, şuruba kuxikê tê derxistin.
FDA 30 salên berê jî jiber xebateke ku nîşan da Sor 3 li ser Mişkan rê li ber kanserê vedike karanîna wê jibo berhemên kozmetîk qedexe kiribû.
Jêder: AP