Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI Dibêje Êrîşvanê New Orleans Jabbar Tenê Êrîş Pêk Anîye


FBI şeva Pêncşemê ragihand ku Shamsud-Din Jabbar yê 42 salî ku demekê wek leşkerê Amerîkî li Afganistanê xizmet daye, di êrîşa pêr bi serê xwe pêk anîye û ji ti kesî alîkarî nestandiye.

Cîgirê Alîkarê Dîrektorîya FBI Christopher Raia bi preskonferansekê got ku êrîş bi mebest bû û kiryareke hovane bû. Wî dîyar kir ku li gor xebatên wan êrîşvan ji rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) îlham girtîye.

Raia da zanîn ku Jabbar ji bajarê Houstonê hatiye bajarê New Orleans û wî sibeha êrîşê pênc vîdyo li ser Facebookê weşandine ku tê de piştgirî daye DAIŞê.

Jabbar di vîdyoya yekê de gotîye ku wî berê plan kiribû ku zararê bide malbat û hevalên xwe, lê dû re bi fikar ketiye ku ew yek wê bala medyayê nekişîne.

Raia got ku Jabbar di vîdyoyan de herwiha gotîye ku ew berî havîna borî tev li Dewleta Îslamî bûye û peyam û wasîyeta xwe ya dawî pêşkêş kirine.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Jabbar piştî ku qamyoneta xwe ajotibû ser mirovan û 14 kes kuştibûn, di encam gulebarana polîsan de hatibû kuştin.

Di êrîşê de bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn û FBI ew êrîş wek kiryareke terorîstî bi nav kiribû û ala DAIŞê li pişta qamyoneta ku di êrîşê de hatibû xebitandin, hatibû girêdan.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG