Qamişlo —
Di sala 2023'an de 726 jin û zarokên DAIŞ'ê yên biyanî hatin vegerandin welatên wan. Di heman salê de 977 malbatên DAIŞ'ê yên Îraqî vegerîyan welatê xwe.
Gelo çima tevgera vegerandinê giran e? Çi astengî li pêş vegerdina malbatên DAIŞ'ê hene?
Di nav kampên Roj û Holê de yên jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) rewşa wan malbatan çi ye? Herwiha di nav nav kampan de rewşa zarokên DAIŞ'ê çi ye?
Bernameya Mijara Rojê van xalan û hinek pirsên din nav yên girêdayî derxistina malbatên DAIŞ'ê ligel du mêvanên pispor gotûbêj bike. Mêvanên vê bernameyê ev in: Ebidhelîm Silêman, rojnamevan, û Dilbirîn Xelo, çavdêrê sîyasî.