Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhad Şamî Ser Rewşa Hesekê Agahîyên Girîng Dide


Berdevkê Navenda Ragihandina HSD’ê Ferhad Şamî ji Dengê Amerîka re got ku operasyonên paqijkirinê yên nava zindanan didomin û ew heta niha 8 avahî hatine paqij kirin û bi tevahî ketin bin kontrola wan.

Şamî dide zanîn ku piranîya êrîşkaran welatîyên Îraqê û yên xwecîhî ne û ji bilî wê wan termê hemwelatîyekî Çînê ye.

Şamî îdia dike ku hin hêzên din jî di vê êrîşê de alîkarî dane endamên DAIŞ’ê.

“Karîna DAIŞ’ê tenê têra vê êrîşa berfireh nake. Em bawer in ku hin welatên herêmî dstek dane DAIŞ’ê ku vê êrîşê pêkbînin.”

Li gor agahîyên Şamî heya 85 ji sedê taxa Giwêran ketiye bin kontrola wan.

XS
SM
MD
LG