Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de hemwelatîyê Êzîdî, Xelef Reşo behsa serpehatîya xwe û malbata xwe dike ku çawa ji hovitîya DAÎŞ neçar mane cîhên xwe biterkênin.
Kalemerê Êzîdî Reşo dibêje ew çend roj in di rê de ne û wan pir zehmetî dîtine.
"Em ji Şengalê revîn û çûne Rojava. Li wê derê gelek alîkarîya me kirin. Niha em li Duhokê ne li cîhekî wek şifektekê dijîn. Em bang li karbidestan dikin ku alîkarîya awareyên Êzîdî bikin."