Milîtanekî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji Çeçenistanê malbatên Êzîdîyên Şengalê ji Reqqe yê kirîn û ew bikarînan jibo dirustkirina rokêtan ji DAIŞ re.
Rexde, kiça wê ya 7 salî Rula û kurê wê yê 3 salî Hişyar bo demê 5 mehan di mala wî DAIŞê Çeçenî de rojê 10-12 mûşek dirust dikirin.
DAIŞ ev malbat digel sedan malbatên din di 3'yê Tebaxa 2014'an de li devera Şengalê girtin.
Rexde Xanim ji Dengê Amerîka re dibêje, wan di şeva yekê de jin cuda kirin û birin, dû re jî zilam birin û kuştin.
"Em bo dema sê mehan li Mûsil û Telefer di destê DAIŞ de bun, dû re em veguhastin Reqqe li Sûriyê.
Rexde Xanim bi berdewamî got, wî zilamê Çeçenî ku Tirkî û Erebî jî diaxift keresteyên çêkirina roketan ji Tirkîyê dikirî û zor li wan dikir ew roketan dirust bikin.
"Zêdebarî zulm û zora li me dihat kirin ew bû ku wî zilamê bi navê Ebu Cîhad em fêrî Quranê dikirin û zor li me dikir heta nimêja Misilmanan bikin."
Rula û Hişyar ji Dengê Amerîka dibêjin, çawa Ebu Cîhad reftarê nemirovane digel wan dikir û ew ciza dikirin eger nimêj nekiriban yan roketek baş nehatiba çêkirin.
Piştî rizgar kirina Kobanî ji destê DAIŞ û destpêkirina şeran li deverên dorûber, Ebu Cîhad û hevalên xwe roketan di bin berokê şer, di wê delîveya çend rojan de, Rexde û malbatek dî peywendiyê bi kes û karên xwe dikin, bi alîkariya maleka Ereb û bi rêka qaçaxçîyekî tên rizgar kirin.
Jibo guhdarî kirina çîroka vê malbatê, pêvekên deng veke;
DAIŞ Hişyarê 3 Salî Fêrkirî Quranê Dike
***
AIŞ Rula û Dayika Wê Rexde Jibo Çêkirina Roketan Kar tîne