Wezareta Derve ya Amerîka xelata sala 2016’an ya Jinên Wêrek ya Cîhanê pêşkeşî 14 jinên ji seranser cîhanê kirin. Yek ji wan xelatgiran, jina Êzîdî Dr. Naxam Nawzat Hesen a ji herêma Kurdsitana Îraqê ye.
Dema Tebaxa 2013’an deçekdarên DAIŞê êrîş anî ser Şengalê û herêmên dewruber, bi hezrana kes ji civaka Êzîdî bûne qurbanên terora DAIŞ’ê. Keç û jinên Êzîdî li bazarên zayindeyê hatin firotin û bi hezaran xort û zilam hatin kuştin û di gorên komelî de hatin veşartin.
Dr. Nawzat yek ji wan kesan bû ku di destpêka komkujiya Êzîdîyan ya destên DAIŞ’ê de xizmetên xwe yên şîretkarî, tendirustî pêşkeşî wan jin û keçên Êzîdî kirin, ku ji zordariya DAIŞê rizgar bûn.
"Gelek çîrokên wan yên xemgîn û dilêş hene, çîroka herî bandor li ser min kirî ew e ku jinek di jiyê 30 saliyan de bû, wê xwestibû ji DAIŞ’ê bireve, lê ev hewildana wê bi ser neket. DAIŞ’ê weke ceza bide wê, keça wê ya 16 salî li pêş çavên wê tecawiz kir û hemû zarokên wê bi jehrê kuştin".
Temamiya hevpeyvina Dr. Naxam Nwzat, di fayla deng de guhdarî bikin