Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Koç Û Koçberan: 100 Welatiyên Êzidî Vegeriyan Şengalê


Arşîv
Arşîv

BEXDA - Îro, Sêşemê, Wezîra Koç û Koçberan Êvan Fayîq Cebro ragihand ku 100 kesên êzdî yên ku li kampên akoçberiyê bûn bo deverên xwe yên resen li Şengalê vegeriyane.

Wezareta Koç û Koçberan ya Îraqê derbarê vegerînê daxuyaniyek da, daxuyaniya li ser navê Wezîra Koç û Koçberan Êvan Fayîq Cebro dibêje ku 'îro 100 êzdî ji kampên koçberan yên parêzgeha Duhokê hatine vegerandin bo ser cih û warên wan yên resen li deverên niştecihbûnê li Şengalê, li parêzgeha Nînewayê, ev yek di çarçoveya plana wezaretê de ye ji bo bidawîkirina pirsa koçberiyê li welat, vegerîn bi hemahengî ligel Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê (IOM) pêkhatî ye."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Koç û Koçberan, Cebro tekez kir ku "Ew di amadene ji bo pêşkêş kirina her şêwe alîkarî û piştgiriyeke tam û nehiştina wan hemû astengiyên ku rê li ber vegera koçberên mayî digirin bo deverên wan yên resen li navçeya Şengalê, vegerandin dê bi şêweke dilxwazî be."

Li gor Ajnasa Nûçeyan ya Îraqê (INA) daxuyanî îşaretê bi wê yekê dide ku ew proseya vegerandina xelkê Şengalê bo ser cih û warên wan bi hemahengî ligel saziyên ewlekarî yên têkildar û hikûmetên herêmî birêve dibin."

Bi hezaran xwecihên herêma Şengalê gindewarên wê di Tebaxa sala 2014ê de koçber bibûn dema ku çekdarên DAIŞê kontrola herêmê kirbû û bi hezaran welatiyên sivîl yên Êzidî kuştin û revandin.

Rêxistina Navneteweyî ya koçberan 'IOM'li Îraqê radigihîne ku hêjî 200 hezar xelkê Şengalê koçberin û ne vegerîne ser mal û milkên xwe.

Jêder: INA/IOM

XS
SM
MD
LG