Piştî malwêranîya Şengalê ku rêxistina DAIŞ a tundrê anî ser civaka Kurdên Êzîdî, bi sed hezaran kes li cîhên cûrbicûr koçber bûn.
Hinek ji wan Êzîdîyana li Bakur in û bi alîkarîya bajarvanîyên Kurd li hîn wargeh û gundan hatine cîh kirin.
Xanim Leyla Ferman, Hevseroka Federasyona Êzîdîyan li ser rewşa civaka xwe ku li Dîyarbekir, Merdîn, Şirnêx û çend cîhên din agahî dan Dengê Amerîka.