Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Li Ezazê Xwepêşandan li Dijî Asayîkirina Peywendiyên Sûriyê û Tirkiyê Dom Dikin


Azaz Sûriyê
Azaz Sûriyê

Çavdêriya Sûrî Bo Mafên Mirov (SOHR) îro Şemiyê ragihand ku piştî daxuyaniyên Tirkiyê yên vê dawiyê derbarê nêzîkbûna di navbera her du rêjîmên Şam û Enqerê de û vekirina deriyên sînor, bi dehan rûniştvanên bajarê Ezazê li gundewarê bakurê Helebê yên di nava herêma "Mertalê Feratê" de ne derketin xwepêşandanekê li dijî asayîkirina peywendiyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de.

Ji destpêka Tîrmehê ve, herêmên di bin kontrola hêzên Tirkiyê û çekdarên alîgirên wê de bûne şahidê xwepêşandanên berdewam yên li dijî Tirkiyê, ji ber helwesta nû ya Tirkiyê di qada Sûriyê de û berçavnegirtina daxwazên xelkê herêmê û sozên ku Tirkiyê dabûn xwecihên wan deveran.

Doh Înê jî çavkaniyên SOHRê ragihandin ku li gundewarê bakurê Helebê li devera “Mertala Firatê” nerazîbûnên dijî helwesta Tirkiyê û hewildanên asayîkirina pêwendiyên navbera Enqere û Şamê û xwêşanderan pankart bilind kirbûn yên ku şermezar kirina geşedanên vê dawiyê yên li qada Sûriyê qemîne nivîsî bûn.

Li aliyek din, SOHR dibêje, Tirkiyê hêzeke leşkerî ya nû, ku ji 5 tank û hejmarek wesayîtên zirxî pêk dihat, gihandin xalên Tirkiyê yên li ser hêlên pêwendiyê yên di nav herêmên di bin kontrola çekdarên “Artêşa Niştimanî” de ku li hemberî Til Rifatê bicih bûne ya ku di bin kontrola hêzên Kurdî û rejîma Sûriyê de ye.

Tirkiyê ew hêzên nû anîn piştî ku hat gortin ku hêzên Kurdî yên bi navê Hêzên Rizgariya Efrînê operesyonên bi dizî yên ketina nava deverên “Artêşa Niştimanî” lidar xistine, di nav devera “Mertala Firatê” de ku Tirkiye wê herêmê diparêze û piştevaniya çekdarên li wir dike .

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG