Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bingeha Eyn El Esed li Îraqê ku Hêzên Amerîkî Dihewîne Rastî Êrîşa Mûşekan Hat


Bingeha Leşkerî Eyhn El Esed ali Parêzgeha Anbar ya li Rojavayê Îraqê
Bingeha Leşkerî Eyhn El Esed ali Parêzgeha Anbar ya li Rojavayê Îraqê

Berpirsên ewlekarîyê yên Îraqê îro Înê ji ajnasa AFP re gotine ku ji doh Pêncşemê û îro Înê ve çendîn mûşakan bingeha Eyn El Esed ya li rojavayê Îraqê aramnc girtine, ku hêzên hevpeymaniya navnetewî ya bi pêşengiya Amerîka ya dijî cîhadiyan li wê bingehê dimînin.

Êrîşên bi vî rengî di destpêka şerê Gaza yê di navbera Îsraîl û mîlîtanên Fîlîstînî yên Hamasê de gelek caran rû da bûn, lê ji vê dawiyê hinekî rawestiya bûn.

Jêderê ewelehiyê yê Îraqî got "Çar roket li derdora" baregeha Eyn El Esed li parêzgeha Enbarê ketine.

Karbidestekî din yê ewlekarî got ku êrîşek bi "dronek û sê rokêtan" pêk hat ku negihane bingehê bixwe, li derdora wê ketine.

Berpirsekê Amerîkî got ku raporên destpêkê destnîşan dikin ku mûşek li derveyî bingehê ketine bêyî ku bibe sedema birîndarbûn yan zrarek bigihe bingehê.

Çavakaniyên ku behsa êrîşê kirin nexwestin navê wan were eşeke kirin, jiber ku wan destûra axaftina bi medyayrê re nîne.

Li gorî AFP Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov ya ku bingeha wê li Brîtanyayî ye ragihand ku herî kêm mûşekek jî li nêzîkî bingehê hevpeymaniyê ya li Conoco li parêzgeha Dêrezorê li rojhilatê Sûriyê ketîye.

Çavdêriyê got ku dengê teqînekê li herêmê hat bihîstin lê der barê kuştî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin.

Roket ji "herêmên li jêr kontrola komên milîsên alîgirê Îranê" hat avêtin, Çavdêriyê got.

Berpirsiyariya her du êrîşên li Îraq û Sûriyê hêjî ti aliyekî negirtîye ser xwe.

Komên çekdar yên ku Îran piştgirîya wan dike li Îraqê di mehên dawî de bi piranî êrîşên bi vî rengî li dij bingheên leşkerî yên hêzên Amerîkî û biyanî rawestandibûn.

Ev êrîşa dawî piştî civîneke ewlekarî ya vê hefteyê di navbera berpirsên Îraqî û Amerîkî de li Washingtonê li ser paşeroja hevpeymanîya navdewletî ya dijî DAIŞê û cîhadiyên li Îraqê tê.

Komên ku Îran piştgirîya wan dike daxwaza vekişîna hêzên biyanî yên bi pêşengiya Amerîka kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka roja Çarşemê got "Şand li ser konsepta qonaxeke nû ya peywendiyên ewlekarî yên dualî gihîştin hev".

Amerîka li Iraqê derdora 2 hezar û 500 serbaz û li Sûriyê jî 900 leşkerên hevpeymaniya navdewletî hene.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG