Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Ewrupa bo 30,000 Nexweşên Korona Remdesiviran Distîne


FILE - Vials of the drug remdesivir are seen at a hospital in Germany, April 8, 2020.
FILE - Vials of the drug remdesivir are seen at a hospital in Germany, April 8, 2020.

Komîsyona Ewrupa bo nexweşên vîrusa korona bi Remdesivir derman bike, bi kompanîya Gilead Sciences ya Amerîkî re peymaneke bi 63 mîlyon euro îmza kir.

Li gor daxuyanîya Komîsyona Ewrupa, ew derman dê bo 30,000 nexweşên vîrusa korona yên rewişa wan giran were karanîn.

Derman dê li endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) û Brîtanya were belav kirin.

Ew derman dê berê bo rewişa wan giran were karanîn û dê di meha Cotmehê de jî peymaneke din were çêkirin.

Amerîka jî di meha Hezîranê de bi Gilead Sciencesê re peyman îmza kiribû û dîyar kiribû ku wan hema bêje hemî Remdesivirên ku dê heta Îlonê werin hazir kirin, sitandîye.

Karbidest dîyar dikin ku ew peyman bo 500,000 Remdesivir hatiye îmza kirin.

Hin pisporên saxlemîyê Amerîka jiber vê helwestê rexne kiribûn û gotibûn ku ew ‘’xwebîn’î dikarin rê li ber dermankirinên welatên din bigire.

XS
SM
MD
LG