Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa bo 300 Mîlyon Perpûnên Vîrusa Korona Peyman Îmza Kir


Yekîtîya Ewrupa (YE) bi BioNTech û Pfizerê re ser 300 mîlyon perpûnên vîrusa korona peyman îmza kir.

BioNTech û Pfizer hewil didin ku heta dawîya salê perpûnan teslîm bikin.

Her du kompanîyan roja Duşemê dîyar kiribûn ku perpûna wan dîtiye dijî vîrusa korona 90 ji sedê berevanîyê çêdike.

Berpirsa Saxlemîyê ya Komîsyona Ewrupa Stella Kyriakides dîyar kir ku ew peymana YE’ê bi kompanîyan re îmza kiriye ‘’pir girîng’’ e.

Kryiakides da zanîn ku piştî ewlebûna wê perpûna vîrusa korona îspat bibe, ew dê wê perpûnê bikar bînin.

Wê neda zanîn ku ewê perpûnan çawa belav bikin û wan berê bo kê bikar bînin.

XS
SM
MD
LG