Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Li Ewrupa Gefa Terorê Didome


Li Swedê, merasîma bo qurbanîyên êrîşa terorî
Li Swedê, merasîma bo qurbanîyên êrîşa terorî

Karbidestekî Wezareta Karên Derve yên Amerîka ji Reuters'ê re ragihand ku gefa terorê didome û Amerîkîyên dixwazin li welatên Ewrupa bigerin hişyar kir.

Karbidestê wezaretê dîyar kir ku ti şikê eşkere niha tine, lê metirsîya terorê berî betlaneya havînê zêde ye.

Li gor karbidestê wezaretê, bi taybetî avahîyên hikûmetê, otel, xwarinxane, park û firîngeh di bin metirsîya êrîşan de ne.

Wezaretê di hişyarîya êrîşan de bal kişand ser êrîşên ku li Fransa, Rûsya, Swêd û Birîtanya pêk hatine.

Karbidestê wezaretê got ku hêza DAIŞ û el-Qaydê bo plankirina êrîşên li Ewrupa heye.

Wezaretê da zanîn ku hişyarîya bo metirsîya êrîşê heta 1'ê Îlonê didome. Hişyarîya ku bo zivistanê hatibû ragihandin di Sibat'ê de bi dawî bûbû.

XS
SM
MD
LG