Yekîtîya Ewrupa (YE), rêvebirîya Serokê Amerîka Donald Trump ser Îranê hişyar kir.
Karbidesta Bilind ya Polîtîkayên Derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) Federica Mogherini, piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re bang li Washington û Tehranê kir ku ji ‘’gurkirina girjîya leşkerî’’ dûr bisekinin.
Mogherini bal kişand ser dîyalogê û got ku ‘’Em bi her awayî piştgirîya peymana navokî ya bi Îranê re dikin.
Trump, Amerîka sala borî ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişandibû û hin toleyên dijî Îranê jinûve destpê kiribûn.
Tehranê jî hefteya borî ragihandibû ku ewê ji hin şertên peymana navokî vekişe.