Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa ser serlêdana hevserokên berê yên HDP’ê Selahatîn Demîrtaş û Fîgan Yuksekdag, ku girtî ne, dîyar kir ku Tirkîye Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa binpê dike.
Demîrtaş û Yuksekdag piştî di sala 2016’an de hatibûn girtin dîyar kiribûn ku rêvebirên girtîgehan deng û dîmenên hevdîtinên wan digirin û dijî vê rewşê pêdeçûn kiribûn.
Her du sîyasetvanan piştî ji dadgehên herêmî ti encam bi dest nexistibûn, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabûn.
Dadgehê ser serlêdanê biryar da ku mafên wan nayên binpê kirin, lê tomarkirina hevdîtinên wan sîyasetvanên yên bi parêzeran re di Sibata 2017’an de hatibûn rawestandin.
Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa ragihand ku Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê ser biryara xwe ya jibo Demîrtaş û Yuksekdag lêkolîna hewce nekiriye.
Li gor Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa, Demîrtaş û Yuksekdag her çiqas jiber sûcên girêdayê terorê têne tawanbar kirin jî delîlên hatine raber kirin dûrî îzbatkirinê ne.
Ew dadgeh dîyar dîke ku nepenîbûna hevdîtina parêzer û kesê jibo wî parêzerîyê dike mafekî bingehîn e û bi binpêkirina wê mafê berevanîyê tê binpê kirin.
Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa berê jî jibo Demîrtaş û Yuksekdag biryar dabû ku dijî mafên wan zêdegavî çêdibin.
Wê dadgehê di 2018’an de dîyar kiribû ku divê Demîrtaş were berdan.
Serokomarê Tirkîyê ser biryara dadgehê gotibû ku ew guh nadin biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa û dîyar kiribû ku ewê îşên xwe bikin.
Jêder: Ajansa Mezopotamya, Twitter