Civaka Elewî ya Sûrî-Amerîkî li Washington D.C. li ser komkujiyên li dij pêkhateya Sûrî ya Ewlewî li beravên rojavayê Sûriyê xwepêşandan pêkanî.
Roja Şemiyê li Waşîngton DC mazûvaniya xwenîşandaneke civaka elewî ya sûrî-amerîkî kir ku çalakvanên din yên sûrî tevlî xwenîşandanê bûn, di nav wan de yên ji civakên Kristiyan û kurd jî hene.
Xwepêşandan weke bersivekê ye li ser komkujiyên elewî û hindikahiyên din li beravên Sûriyê armanc dikin, yên ku ji aliyê tundrêyên îslamî yên radîkal ve bi hevkariya desthilatdarên hikûmeta veguhêz li Şamê, bi taybetî Hey'at Tehrîr el-Şam (HTŞ)ê têne kirin.
HTŞ, bi serokatiya Ehmed el-Şera' (ku bi navê Abu Mihemed el-Colanî) jî tê naskirin, bi beşdarbûna van êrîşan tê tawanbar kirin. Gelek Amerîkîyên Elewî yên ku endamên malbata xwe di tundûtûjiyê de winda kirine, beşdarî xwenîşandanê bûn ku li derveyî Qesra Spî hate lidarxistin bûn.
Di xwepêşandanê de wêneyên qurbaniyên ku di komkujiyan de canê xwe ji dest dabûn hatine bilind kirin.
Herwiha wêneyê Serok Donald Trump jî hatbûn bilind kirin û xwepêşanderan li ser wêne nivîsî bû "Em li benda alîkariya Ewe ne."
Xwepêşander bang li Amerîka dikin bi taybet ya Serok Trump ku ji bo bidawîkirina qetlîamên li peravên Sûriyê û parastina ewlehî û paşeroja komên kêmînyên Sûriyê yên di û pêkhateyên olî û etnîkî bin werin parastin.
Dr. Modar Horanî, ku yek ji rêkxerên xwepêşandanê gote Dengê Amerîka "Îro ez bi qurbaniyên qetlîamên 7’ê Adarê yên li Rojavayê Sûriyê re hevxemiya xwe radigihînim. Van kiryarên hovane yên tundûtûjiya girseyî di serî de civaka elewî kirin armanc, lê di heman demê de komên hindikahiyên din li beravên Sûriyê tar û mar kirine, bi hezaran hatine kuştin, birîndar û koçber bûne."
Horan, dibêje "Wêneyên xemgîn yên ku bi rêya medya û platformên civakî hatine parvekirin, kuştinên hovane yên sivîlên bêguneh ji hêla cîhadiyên radîkal ve eşkere kirin, ku xuya bû ku kêfa wan ji hovîtiya wan re tê. Cenazeyên gelek qurbaniyan paşê hatin şewitandin, avêtin Deryaya Spî ya Naverast, an jî li cihên nediyar hatin veşartin."
Intîsar Yûnis rojnamevan û Çalakvan Elewî û Amerîkî, beşdarî xwepêşandan bû û gote Dengê Amerîka"Îro ez beşdarî vê meşê dibim daku hevxemiya xwe ji malbat û xizmên xwe re li herêma peravê Sûriyê ragihînim piştî komkujiya ku ji aliyê îslamiyên tundrew ve hatine kirin ku niha Sûriyê kontrol dikin. Di encama vê êrîşê de derdora 2000 kesên bêguneh hatin kuştin. Hejmara giştî ya qurbaniyan ne diyar e, ji ber ku her roj cenaze têne dîtin."
"Dema ku ez bi we re dipeyivim, nîvê malbata min ev pêncemîn şeva li pey hev li çiya û geliyan radizê," Întîsra got.
Wê her wiha got "Em îro li vir in ji bo ku bala Koşka Spî û siyasetmedarên Amerîkî bikşînin, ji wan daxwaz dikin ku ji bo parastina malbatên me û elewiyên li Sûriyê û rawestandina komkujiyên ku heta niha berdewam dikin, bikevin tevgerê."
Di dawiya axitina xwe de ya ji bo Dengê Amerîka Instîsar got "Em helwesta tund a Wezîrê Karên Derve birêz Marco Rubio di şermezarkirina qetlîamên li herêma peravê de ku Elewî, Xiristiyan û sivîlên din ên bêçek bi awayekî hovane hatin qetilkirin, gelekî dinirxînin."
Jêder: VOA