Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî Nasnameya Bergumanê Êrîşa New Orleansê Eşkere Kir


Çar karbidestên ewlekarî yên payabilind ragihand ku bergumanê êrîşa New Orleansê Shamsud Din Jappar yê 42 salî ye.

Karbidest hewil didin ku ser wî bergumanî zêdetir agahîyên xwe bi dest xwe xin.

Ew karbidest dibêjin ku sûcdarkirina ser Jabbar yê 42 salî ew e ku wî li Kolana Bourbon saet li dora 03:15 bi qestî kamyonet ajotiye ser wan kesan ku sersal pîroz dikirin.

Agahîyên pêşî nîşan didin ku di êrîşê de 10 kes mirine û 35 kes jî birîndar bûne.

Li gor ragihandina FBI, berguman miriye.

FBI dîyar dike ku di maşîneyê de aleke Dewleta Îslamî (DAIŞ) hatiye dîtin û ew êrîşê wek ‘’kiryareke terorî’’ vedikolin.

Di maşîneyê de ala DAIŞ'ê daliqandibû û FBI jibo derxistina hevkarî û girêdanên pêkan ya bi rêxistinên terorîst dixebite.

“Çek û peqemenîyeke potansîyel li nava maşîneya berguman hatin dîtin. Dîsa, bombeyên din yên destçêkirî Ii Taxa Fransî hatin dîtin. Pisporên bombezanî yên FBI bi hevkarên me yên hêzên ewlekarîyê re dixebitin da ku dîyar bikin ku ew bombeyên destçêkirî dixebitin yan ne û wan bi ewlehî tune bikin.”

FBI herwiha got ku wek ajansa vekolînê ya serekî, ew bi hevkarên xwe re dixebite ku vekolîna vê êrîşê mîna kiryareke terorzmê bimeşîne.


Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG