Rêzefîlma ektereke Kurd li ser tora Netflixê li Amerîkayê dikeve rêza yekemîn di nav rêzefîlmên ku herî zêde li Amerîkayê tên temaşekirin de.
Rêzefîlma bi navê “Who is Erin Carter?” ku 24ê Tebaxê hate ser Netflixê bi qehremanîya ektera Kurd Evîn Ehmed e.
Evîn Ehmed sala 1990 li paytexta Swêdê Stockholm ji dayik bûye, li gor rûpela wê ya fermî ser malpera IMDb. Bavê wê xelkê bajarê Silêmaniyê ye û dayîka wê ji bajarê Efrînê ye.
Ji dema ku rêzefîlma “Who is Erin Carter?” ku bi xwe ji berhemdana Netflixê ye, berdest bûye, wê bala temaşevan û rexnegeran li Amerîka û seranserê cîhanê kişandiye.
Netflix bi awayekî rojane 10 film û 10 rêzefîlmên ku herî zêde hatine temaşekirin nîşan dike. Ev bûye du roj li dû hev ku rêzefîlma ektera Kurd a Swêdî di rêza yekemîn de cih digire.
Who is Erin Carter? çîroka jineke Brîtanî ye ku ji ber hinek sedeman ji welatê xwe ligel keça xwe ya biçûk direve û li bajarê Berşelona yê Spanyayê bi hêviya jiyaneke nû bicih dibe. Lê pirsgirêk û kêşeyên wê li wir bi dawî nabin. Rêzefîlm ji 7 xelekan pêk tê.
Evîn Ehmed berî vî karî jî nav û dengê xwe li hundir û derveyî Swêdê hebû bi rêya çend rêzefîlmên wekî Blue Eyes, The Rain, û Snabba Cash.
Çavkanî: Netflix û malpera IMDb