Ofîsa herêmî ya Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) li Ewrupa roja Sêşemê got ku di çar mehên pêş de, ew çaverê dike ku li 53 welatên din 700,000 mirinên ji Covid-19'ê bibînin eger hewldanên vaksînkirinê zêde nebin.
Di daxuyanîya rexistina sexlamî li Ewrupa de hat gotin ku hefteya borî li Ewropayê de 4.200 kes ji ber Covid-19ê mirine ku ew hejmar ji meha Îlonê û vir ve du caran bilindtir e.
Li gor daneyên ofîsa rexistina saxlemi ya Ewrupa û Enstîtûya Saxlemîyê, li Ewrupa bêtirî 1.5 milyon kes ji ber COVID-19'ê mirine. Hêjayî gotinê ye ku nexweşiya COVID-19 dibe sedema cara yekî ya mirînan li navenda Asya û Ewropayê.
WHO herwiha çaverê dike ku ji niha heta meha Adarê ya di sala 2022’an ve dê nexweşxaneyên 25 herêman tijî bibin û wiha jî 49 yekîneyên rewşên krîtîk. Rêxistin dibêje ku mirinên ji Covid-19 wê bigihêjin 2.2 milyon kesan heta meha Adarê ya 2022'ê.