Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Jiber Mûşekên Balîstîk Jibo Rûsyayê, Dijî Îranê Toleyan Radigihîne


Di rêhaneneke li başûrê Îranê de mûşekek tê cebirandin, 19’ ê Rêbendana 2024’an.
Di rêhaneneke li başûrê Îranê de mûşekek tê cebirandin, 19’ ê Rêbendana 2024’an.

Yekîtîya Ewrupa (YE) roja Duşemê dijî jimareke karbidestên navdar û saziyên Îranî siza ragihand, bi tawanbarîya ku ew beşdarî veguhestina mûşek û dronan ji Rûsyayê rê jibo karanîna dijî Ukraynayê bûne.

YE ragihand ku wezîrên derve yên Blokê toleyên dijî 7 saziyan û heft karbidestan pejirandine, ku di nav de kompanîya Îran Air, cîgirê wezîrê berevanîyê Seyîd Hemze Galenderî û berpirsên pilebilind yên Hêza Quds ya Pasdarên Şoreşê jî hene.

Hêzên pêşeng yên Ewrupî, Brîtanya, Fransa û Almanya meha borî jiber şandina mûşekên Îranê ji Rûsyayê re toleyên bi heman rengî pejirandibûn.

Amerîkayê jî bi heman sedemê tole ragihandibû.

Seroka Komîsyona Ewrupî Ursula von der Leyen pêşwazîya toleyan YE kir û wiha got: "Pêdivî ye ku bêtir bin."

"Piştgiriya rejîma Îranê ya jibo şerê destdirêjîyê ya Rûsyayê dijî Ukraynayê nayê qebûlkirin û divê raweste," wê li ser X’ê got.

2 kompanîyên firînê yên din yên Îranî, Saha Airlines û Mahan Air, û herwiha 2 kompanîyên peydakirinê jî di lîsteya toleyan ya YE de cîh girtin, bi tawanbarîya ku wan "veguhestin û dabînkirina- bi rêya torên peydakirinê yên navneteweyî- dronên Îranê, alav û teknolojîyên têkildar ji Rûsyayê kirine.

Toleyên YE hevdem 2 kompanîyên hilberîna gazê dikin armanc, ku jibo avêtina roket û mûşekan têne kar anîn.

Di çarçoveya toleyan de, wê hemû samanên kesên hatine tole kirin tê cemidandin û rewîtîya wan ya YE tê qedexe kirin.

Îran tawanbarîyên welatên Rojava red dike, ku ew mûşek ji Rûsyayê re şandine da ku li Ukraynayê bikar bîne.

Li gor wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken, bi dehan karmendên leşkerîya Rûsya, li Îranê jibo karanîna mûşeka Feth-360 ku menzîla wê 120 km ye perwerde dîtine.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG