Li bajarê Bruksel paytexta Belçîka û paytexta Yekîtîya Ewrupa konferansa navnetewî ya bi navê "Bakur û Rojhilata Sûrî‘/Rojava" di rojên 11 û 12ê Çile de pêk hat.
Di konferansê de ezmûna herêmî ya Kurdên Sûriyê li Bakur Û Rojhilata Sûriyê hat gotûbêj kirin, bi taybet piştî ku leşkerê Tirkiyê û grûbên çekdar yên girêdayî wê roja 9î Oktobera 2019an êrişî ser herêmê kirbû.
Di konferansê de gelek siyasetvan, çalakvanên mafên mirovan, parlamenter û rojnamevanên Kurd û biyanî beşdarî di konferansê de kirin.
Ji herêma Bakur û Rojhilata Sûriyê û nûnerên Rêveberîya Xweser jî hatbûn konferansê.
Di roja yekem ya konferansê de Wezîrê Karên Derve yê berê yê Fransa û Hevserokê Rêxistina Doktorên Sînornenas Dr. Bernard Kuchner jî, beşdarî konferansê bûbû û di roja yekê ya konferansê de, peyvek pêşkeş kir û got:
“Bûyerên li Bakur û Rojhilata Sûriyê diqewimin ji derveyî hovitiyê ne tiştek din e." Kûşner herwiha got, "piştgiriya me ji bo Kurdan mayînde ye û nirxên ku Kurd diparêzin nirxên Ewrupayê ne jî.”
Jibo danûstendinên li ser encam, pêşniyar û giringîya konferansê di vî demî de bernama "Hello Washington" mêvandarîya Newaf Xelîl Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî li Almany û Salah Îlmdar, endamê polîtbîrûya partiya Yekîtî– Wahdê kir.
Her du mêvan konferans di bernamê de nirxandin û li dawiyê pêşniyar û armancên konferansê anîn ser ziman.